Li Parlamenta Ewropayê konferansa Jinên Êzidî: Divê statuya Şengalê bê naskirin

Bi navê ‘Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye’ li Parlamenta Ewropayê konferansek pêk hat.
Di konferansê de, işaret bi komkujî û daxwazên Êzidiyan hate kirin û hate xwestin, êrişên dewleta Tirk bêne rawestandin.

Li Parlamenta Ewropayê konferansek bi navê ‘Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye’ pêk hat.

Konferans ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve hat lidarxistin.

Di Konferansê de berdevka Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay axivî û qala destketiyên Êzidyan kir.

Nûjiyan Gunay diyar kir ku divê herêma Şengalê di asta navneteweyî de bê naskirin û got:

“Ji bo mexdûrên qirkirinê karibin jiyana xwe jinûve ava bikin, divê alîkariya madî bê kirin.

Ji bo pêşîgirtina li êrişan divê qada hewayî bê girtin.

Kiryarên qirkirinê divê di asta navneteweyî de bêne darizandin. Divê Êzidîtî weke olekî cuda bê qebûlkirin.”

“Ji bo ewlehiya Ûzidiyan divê mekanîzmayek bê avakirin”

Parlamenterê Federal ê Belçîkayê Georges Dallemagne anî ziman li Parlamenta Brukselê qirkirina Êzidiyan hatiye qebûlkirin lê belê divê ji aliyê hikumetê ve jî bê qebûlkirin.

Dallemagne ragihand ku ew bi Almanyayê re li ser vê mijarê dixebitin û got:

“Trajedî hîn jî dewam dike, hîn jî bi hezaran Êzidî li kampan e.

Piştî qirkirinê bi 10 salan, divê em ji bo gelê Êzidî çareseriyekê peyda bikin.

Lewma em li ser vê mijarê bi rayedarên Belçîka û Ewropayî re hevdîtinê dikin.”

“Divê em piştgiriyê bidin berxwedana jinên Êzidî”

Endama Kesk a EFA ya Parlamenta Ewropayê Lorena Lopez de Lacalle jî got:

“Divê em piştgiriyê bidin berxwedana jinên Êzidî.”

“Divê êrişên dewleta Tirk bêne rawestandin”

Ji Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (GÛE/NGL) Ozlem Demîrel jî balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê.

Demîrel anî ziman ku li cîhanê qet qala êrişên dewleta Tirk nayê kirin û got:

“Dixwazim ku pêşî li êrişên hewayî bê girtin.

Divê şert û mercên jiyaneke aştiyane ji bo hemû gel, civak, bawerî û zayendan bê avakirin.”

Back to top button