Li Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Wesîm Pêşmaf hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Wesîm Pêşmaf bi merasîmekê oxir kirin.
Li Hesekê jî di merasîma sersaxiya ya 5 şehîdan de banga yekîtiyê kirin.
Endamên Mala Jin a Herêma Firatê şehîd Eyşe Elî jî di salvegera şehadeta wê ya 4’an de bi bîr anî.

Îro şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi merasîmekê yek ji şehîdên 28’ê Tîrmehê Wesîm Pêşmaf ku di êrişa dewleta a li gundû gundê Xirbê Xwê yê li navçeya Amûdê kes şervan şehîd bibûn, oxir kirin

Di merasîmê de kesê ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan heta serkeftinê dan.

Piştre, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Hesekê-Di merasîma sersaxiyê ya 5 şehîdan de banga yekîtiyê hat kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo 4 şehîdên YPJ’ê û welatiya bi navê  Weid Xelûf ku di êrişa 27’ê mehê ya li Qamişlo şehîd bûbû, konê sersaxiyê li dar xist.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û îşaret bi fedakariyên şehîdan ên di oxira pêkanîna ewlehiya herêmê de kir.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Stêrk Cûdî jî axivî wiha got: “Her 5 şehîdan di oxira pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kir.”

Stêrk bang li pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe xurt bikin û li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Di dawiyê de wesîqeyên her 5 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Kobanê-Şehîd Ayşe li ser gora xwe hat bîranîn

Li Kobanê jî endamên Mala Jin a Herêma Firatê endama rêveber a Mala Jin şehîd Eyşe Elî li ser gora wê bi bîr anîn.

Şehîd Ayşe Elî tevî hevalê li kêleka wê dema li ser erka xwe bûn di 2019′an de gihaştin asta şehadetê.

Li goristanê, endama rêveber a Mala Jin Semîre Elî axivî û diyar kir ku şehîd Ayşe xwedî ruhê têkoşînê bû.

Semîre bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku berxwedan û têkoşînê mezin bikin û got:

Ji ber ku ew rêya yekane ya gihandina ber bi azadî û serkeftinê ve ye.

Back to top button