Di salvegera 3’yê Tebaxê de li Şengaşê meşek hat lidarxistin

Li Şengalê bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de meşek hate lidarxistin.
Bi pêşengiya şaredariyên gel ên Şengalê xelkê Êzidî li ‘Korîdora Mirovî’ meşiyan û gotin: “Bi saya fikrê Serok Apo em rizgar bûn. Em xiyaneta PDK’ê ji bîr nakin.”

Li Şengalê çalakiyên bîranîna Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an tên lidarxistin.

Duh êvarî bi pêşengiya şaredariyên gel ên Şengalê, bi beşdariya sedan kesî li ‘Korîdora Mirovî’ meşek hat lidarxistin.

Kesên ku meşiyan bi dirûşmeya ‘Bimire Xiyanet’ bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya di 3’yê Tebaxê de.

Her wiha ciwanên Êzidî bi pankarta ‘Gerîla hebûna me ye’ silav li gerîlayên azadiya Kurdistanê kir.

Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn.

Xelîl Hecî: Em bi saya fikirê Rêber Apo rizgar bûn

Li ser navê şaredariyên gel ên Şengalê Xelîl Hecî axivî û destnîşan kir ku ev rê ji bo Êzidiyan ‘Rêya mirovahiyê’ ye û wiha got: “Zarok, dayik û malbatên divê rêyê de rizgar bûn.

Bi saya Rêber Apo em rizgar bûn.

Em ji Çiyayê Şengalê silavên xwe yên germ dişînin Îmraliyê.

Dîsa em hêzên HPG, YJA-Star, YPG û gelê xwe yê li Rojava û Başûrê Kurdistanê silav dikin.”

Xelîl Hecî: PDK’ê xiyanet kir, şagirtên Rêber Apo em xilas kirin

Xelîl Hecî xiyaneta PDK’ê ku li Êzidiyan kiriye jî bi bîr xist û diyar kir ku di bin navê DAIŞ’ê de xiyaneteke mezin li Êzidiyan hat kirin.

Hecî diyar kir ku dewleta Tirk hewil da bi destê DAIŞ’ê gelê Êzidî qir bike û wiha bi dawî kir

“Lê ciwanên Êzîdxanê û şagirtên Rêber Apo serî rakirin û kevirek ji Çiyayê Şengalê jî neket destê dijmin.

Roja fermanê li me giran e lê em vê roja reş li ser xwe qebûl nakin.

Meha 8’an meha berxwedanê ye, meha tolhildanê ye, meha qehremaniyê ye.”

Cemîl Bayik: Armanca fermana 74’an qirkirina Êzidiyan bû

Back to top button