Medya Iraqê ragihand ku balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundên Mêrsîda û Bîrobasfire yên bajarokê Şêxan ê Dihokê bombebaran kir.
Medya Iraqê li gorî agahiyên ji çavkaniyên emnî girtî di derbarê êrişê de ev agahî parve kirin:
Beriya danê nîvro balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, derdora gundên Mêrsîda û Bîrobasfire yên bajarokê Şêxan ê li Rojhilatê Dihokê, du caran bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de agir bi zeviyên herêmê ket û ziyanek mezin gihiştiye bax û zeviyên welatiyên herêmê.
Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde kirine.
Lê tevî vê yekê jî ji aliyê herdû hikûmetên desthilatdar ve li dijî binpêkirina serweriya herêmê ti helwest nayê nîşandan.



