Hêzên hikûmeta Şamê êrişî herêmên Idlib û Hema kirin

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Hemayê bi dijwarî topbaran kir. Balafirên şer ên Rûs jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê vê sibê êrişî başûr û bakurê Idlibê kir.

Hat diyar kirin bajarokê Mearet El-Ne’isan, Filêfil, Benîn, Sifêhin û El-Fetîra bi dijwarî hatin topbaran kirin.

Her wiha li aliyê Hemayê jî, di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên bi ser Tirkiyê ve, şer derket.

Balafirên şer ên Rus deverên DAIŞ li çolistana Sûrî bombebaran kirin

Li aliyê din çavdêriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rusya nêzî 12 êrişên hewayî li dijî deverên çeteyên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî pêk anî.

Li Derayê leşkerek hate kuştin

Çavdêriyê ragihand ku çekdarên xwecih li bajarokê Itman ê Derayê 3 leşkerên hikumeta Şamê revandin.

Hat diyar kirin çekdaran bi vîdeoyekê li hemberî serbestberdana leşkerên hikumeta Şamê yên dîl girtine, banga serbestberdana girtiyan kir.

Hat diyar kirin leşkerekî Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê Xerab Şehim ê Derayê hat kuştin.

Back to top button