Mesrûr Barzanî li xwe mukir hat: Tirkiye ji sînorên me ve êrîşî PKK’ê dike

Ji malbata Barzanî Mesrûr Barzanî jî 3 roj piştî êrişa dagirkeriyê li xwe mikur hat ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên di bin kontrola wan de, êrîşan dike. Erdogan jî ji bo destekdayîna wan, spasiya Barzaniyan kir. Ciwanên Kurd jî li Londonê ji bo şermezarkirina hevkariya wan, Mesrûr Barzanî protestokirin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsanê ve dest bi êrişeke berfireh a bejahî û hewayî li ser Herêmên Parastina Medya kiriye.

Ev êrîş piştî ku Mesrûr Barzanî 15’ê vê mehê serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan û Hakan Fîdan re hevdîtin kir, destpêkir.

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di axaftina ya ku di Konferansa Chatham House ya li Londonê hatî lidarxistin kirî de, bê hemdê xwe îtîraf kir ku di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de û şerê li dijî gerîla de, hevkariyê dike.

Barzanî got:

“Tirkiye ji sînorên me ve êrişê PKK’ê dike, şêniyên nêzî 800 gundên me ji ber şerê PKK’ê û dewleta Tirk nikarin vegerin gundên xwe.”

Barzanî ji bo nixumandina îtîrafa kirî gundên ku di salên 1990’î de ji aliyê rejîma Baas a Seddam Hisên ve hatibûn valakirin û şêniyên wan gundan jî gelek caran di ragihandinan de tînin ziman ku PDK rê nade wan ku vegerin gundên xwe, nîşan dide.

Ji bo alîkariya di şerê li dijî gerîla de, Erdogan spasiya Berzaniyan kir

Li aliyê din, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di komcivîna partiya xwe de axivî û derbarê êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê, daxuyanî da û ji bo hevkariya bi wan re, spsiya Barzaniyan kir.

Erdogan, diyar kir ku çi jî bikin gerîlayên HPG’ê li derveyî sînor xwe didine hev û derbasî Tirkiyê dibin û ji ber vê yekê konsepta xwe ya şerê li dijî PKK’ê guhertine û bandora vê konseptê, di demeke kurt dîtine.

Di berdewamê de Erdogan, destnîşan kir ku di vê konseptê de Rêveberiya Herêma Kurdistanê piştgirî didin wan û ji bo vê piştgiriyê spasiya wan kir.

Ciwanên Kurd li Londonê li ber nûnertiya PDK’ê çalakî li dar xistin

Li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, ciwanên Kurd li paytexta Îngilistan Londonê, li pêşiya Nûnertiya PDK’ê çalakî lidar xistin û Mesrûr Barzanî protestokirin.

Di çalakiyê de ku bi giranî ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî bûn, bi dirûşman hatina Barzanî hat şermezarkirin.

Tevî destwerdana polîsan, Ciwanan bi qîrîna durşmeya “derkeve Berzanî” , xwestin Barzanî ji avahiyê derkeve.

 

Back to top button