HPG: Li Zap û Avaşînê 34 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin

Berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku bi piştgiriya PDK’ê êrişî herêmên Zap û Avaşînê dike, bê navber didome. HPG’ê ragihand di çalakiyên li Avaşîn û Zapê de 34 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin , 6 birîndar bûn û dronek jî hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Avaşîn û Zapê, bê navber didomin.

HPG’ê ragihand çalakiyên gerîla li erdnîgariyeke pir berfireh belav bûne û da zanîn di encama çalakiyên ku bi ruhê fedayî hatin kirin de, 34 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê derbarê çalakiyên li herêma Avaşînê de ev agahî parve kir:

“Li herêma Avaşînê 19’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê li herêma Berxwedanê ya Werxelê bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encama çalakiya bi bandor de 10 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, 2 caran li dagirkerên ku di nav tevgerê de bûn hatiye xistin. Di encama van çalakiyan de jî 2 dagirker hatin cezakirin.”

HPG’ê derbarê şer û çalakiyên li herêma Zapê jî ev agahî parve kir;

18’ê Nîsanê li herêma Zapê , li Qada Berxwedanê ya Karker dagirkerek,

li Qada Berxwedanê ya Werxelê dagirkerek,

û li Girê Şehîd Agir a girêdayî Qada Berxwedanê ya Şehîd Rûstem dagirkerek di encama çalakiyên xurt yên hêzên me de hatin cezakirin.

19’ê hêzên me li dagirkerên ku xwestin li Girê Şehîd Tufan a Zapê bi cih bibin xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker,

Li Girê Şehîd Ciwan ên Qada Berxwedanê ya Karker jî 6 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn.

Heman rojê dronek ku li ser qada Girê Şehîd Ciwan a girêdayî Qada Berxwedanê ya Karker digeriya ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin.”

HPG’ê destnîşan kir di 19’ê Nîsanê de artêş Tirk ya dagirker ji herêma Şêladizê ya di bin kontrola PDK’ê de ber bi Qada Berxwedanê ya Kurojahro ve ji bejahî ve kete tevgerê û wiha dewam kir;

Gerîla li dagirkerên ku xwestin ji wir bikevin tevgerê û li Girê Şehîd Şemdîn bi cih bibin xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê dagirkerên ku xwestin li Girê Şehîd Çiyager ê li qada Kurojahro bi cih bibin, hêzên YJA Starê li wan xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê danê êvarê dagirkerên ku dixwestin li Qada Kurojahro bi cih bibin, ji du baskan li wan hate xistin.

Di vê çalakiyê de 1 jê payebilind 5 dagirker hatin cezakirin.

Dagirkerên ku xwestin li Girê Şehîd Harûn bi cih bibin, li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

HPG’ê diyar kir di 17, 18 û 19’ê Nîsanê de qadên bi ser Zap û Metînayê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên ser sînor ve hatin bombebarankirin.

Back to top button