Li Bûrsayê a Tirkiyê, dema otobuseke girtiyan derbas dibû teqînek pêk hat, di encamê de polîsekî Tirk hat kuştin 9 jî birîndar bûn.
Vê sibê li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê dema otobusek ku 30 girtî tê de bû derbas dibû, teqînek pêk hat.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de polîsek hatiye kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Ev Teqîn li taxa Yenî Karaman li ser rêya Bûrsa-Mûdanyayê pêk hat.
Piştî buyerê qad ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Derbarê buyerê de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Li gorî hin dezgehên ragihandinê ya Tirk êriş pêk hatiye.



