Şêniyên Hesekê û Til Temirê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclisa Heres El Xabûr Ziya Til Temir li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê oxir kir.
Şêniyên Hesekê û Til Temirê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê hêzên Meclisa Hers El-Xabûr Şehîd Elaa Hesen Ehmed bi nasnav Ziya Til Temir li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê kom bûn.
Mersîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di meraîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Cemîle Kako, endama Meclisa Hers El Xabûr Madlên Xemîs û endamê Partiya Asûrî ya Demokratîk Jonî Hirmiz axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malabatê şehîd hate kirin.
Di dawiyê cenazeyê Şehîd Ziya Til Temir li gortistana şehîdan a li Til Temirê hat veşartin.