Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 4 şervana xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 4 şervana xwe eşkere kir.
Fermandariyê got: “Şervanên me duh di encama qezayekê de şehîd bûne.
Ji bo jiyanîkirina xewn û xeyalên hevrêyên xwe heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin-YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir.

Fermandariyê diyar kir ku şervanên wan dema li ser erka xwe bûn di encama qezayekî de şehîd bûn.

Fermandariyê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û got:

“Bi şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî re jinên ku li ser vê axê dijîn weke lehiyê ber bi nava refên azadiyê ve herîkin ..

Xwe li derdora paradîgmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê kom kirin.

Jinên wêrek rêxistinbûna xwe jî bi navê Yekîneyên Parastina Jin şênber kirin.

Agirê şoreşê ku taritiya serdêmê ji holê rakir, bi pêşengtiya jinên tekoşer nexşerêya azadiya civakan ronî kir.

Helbet di oxira vê dozê de gelek hevrêyên me yên hêja canê xwe feda dikin.

Hevrêyên me Hesina Mûsa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê),

Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê),

Û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê) jî bi vî ruhê pîroz ji bo azadiya gelê xwe kedeke bêhempa dan.

YPJ’ê dawiyê tekez kir ku ji bo jiyanîkirina xewn û xeyalên hevrêyên xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Avaşîn Hesekê
Nav û Paşnav: Hesina Musa Mihemmed
Navê dayîk: Zekiyê
Navê bav: Musa
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1987- Hesekê
Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

Nasnav: Hîba Hesekê
Nav û Paşnav: Hîba Abdulqadir Bekir
Navê dayîk: Fatma
Navê bav: Abdilqadir
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 2003- Hesekê
Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

Nasnav: Bêrîvan Hesekê
Nav û Paşnav:  Bêrîvan  Abdil Xelef
Navê dayîk: Fethiye
Navê bav: Ebdî
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê: 1995- Hesekê
Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

Nasnav: Dilar Kobanê
Nav û Paşnav:  Emîne Nebo Silêman
Navê dayîk: Fatma
Navê bav: Nebo
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka şehadete: 27.07.2023/ Hesekê

Back to top button