Welatiyên Silêmaniyê: Divê pêşmerge jî li rex gerîla li dijî dagirkeriyê şer bikin

Li başûrê Kurdistanê û Iraqê nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibe.
Welatiyên Silêmaniyê dibêjin divê pêşmerge jî pişt bidin gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê Kurdistanê biparêzin.
Parlementera Iraqî Suheyle Sultanî jî dibêje ti hêceteke Tirkiyê nîne ku êrişî xaka Iraqê bike û serweriya wê binpê bike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê rê li ber nerazîbûnên mezin vekiriye.

Lê bêdengiya Hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişan jî dewam dike.

Bertekên li başûr û Iraqê ya li dijî dagirkerîya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê jî her diçe zêde dibe.

Welatiyên Silêmaniyê li ser girîngiya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û pêwîstiya piştgiriya bi vê berxwedanê re axivîn.

Welatiyê bi navê Murad Ehmed anî ziman ku pêşmerge ji bo parastina mafên gelê Kurd hatine avakirin û got:

”Dibe ku hikumeta Başûr nikaribe li hember dagirkeriya Tirk bisekine, lê herî kêm bila xiyanetê neke.”

Welatiyê bi navê Dilêr Mihemed Reşîd jî xwest hêzên Kurd bi hevre li dijî dagirkirîyê şer bikin.

Dilêr Mihemed diyar kir ku PDK li ser daxwaza Tirkiyê dixwaze pêşmerge li dijî PKK’ê bi kar bîne û ev got:

“Tenê PKK dikare Kurdistanê biparêze.

Divê pêşmerge jî li gel gerîla bisekinin û Kurdistanê biparêzin.”

Parlementera Iraqî Suheyle Sultanî: Ti hêcetek Tirkiyê nîne ku êrişî serweriya xaka Iraqê bike

Parlamentera Hevpeymana Fetih ya parlamentoya Iraq Suheyle Sultanî jî têkildarî êrişên deweleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Iraqê daxuyanîyek da û nerazîbûn nîşan da.

Suheyle Sultanî diyar kir ti mafek û hêceteke Tirkiyê nîne ku êrişî ser xaka Iraqê bike, dagir bike û baregehan çê bike.

Sultanî da zanîn êdî Tirkiye nikare bi zêhniyeta peymana Lozanê, carek din sînorên welatan xêz bike.

Sultanî got;

“Ji bo rê li Tirkiyê were girtin, divê Iraq li dadgeha navnetewî ya cîhanê dozê li Tirkiyê veke.

Herwiha ji ber zîyanên ku di encama êrişên Tirkiyê de derketine holê divê daxwaza tezmînatê lê bike.”

Back to top button