Rêveberiya Xweser a herêma Cezîrê derbarê êrîşa li ser rêya Tirbesipiyê de daxwiyaniyek da.
Rêvberiyê bang li gelên herêmê kir kuli dijî êrişan li dora Rêveberî û Hêza xwe bicivin.
Di destpêka daxuyaniyê de Rêveberiyê êrişa duh ya li nêzî bajarokê Til Marûf şermezar kir û got:
Dewleta Tirk di salvegera komkujiya Qamişlo û Til Hasil û Til Eran ev êriş pêk anî.
Bi van êrişan dewleta Tirk armanc dike ku gelê herêmê qir bike.
Siyaseta wê êdî diyar e, bi her awayî hewl dide devrên din ê Sûrî dagir bike.
Di dewama daxwiyaniyê de hat gotin:
“Bêdengiya cîhanê li heber êrişan wê bandoreke neyînî li aştî û ewlehiya herêmê bike.”
Di dawiya daxwiyaniyê de Rêveberiyê bang li gelên herêmê kir kuli dijî êrişan li dora Rêveberî û Hêza xwe bicivin.
Di êrişa balafira Tirkiyê de 3 kes şehîd û 2 jî birîndar bûn