QSD: Hêzên hevbeş tuneleke DAIŞ li Reqayê dît

Operasyona “Tolhildana Şehîdên Reqayê” cih li şaneyên veşartî yên DAIŞê teng dike û deverên ku lê vedişêrin dike armanc.
Herî dawîyê, di çarçoveya wê operasyonê de, tuneleke şaneyan li bajarê Reqayê hat dîtin.
Ev tunel ne ji niha de, kevin e û çaxa DAIŞ Reqa dagiribû, bi kar tanî.

Navenda Ragihandinê ya QSDê eşkere kir ku ev tunel 50 metreyan dirêj e û 5 metreyan jî kûr e.

Li taxa Meşleb a Reqayê, di çaxa lêgerîna hêzên hevbeş, ev tunel hatiye dîtin.

Li gor QSDê di hindirê tunelê de, hejmareke mezin a çete û cebilxaneyê dihatin bicihkirin.

Her wiha diyar kir ku ev tunel di dema dagirkirina bajarê Reqayê de hatiye kolandin.

DI rewşa heyî de, operasyona ku 25 mehê dest pê kiriye, li gelek bajar û naveçyên girêdayî Reqa û Tebqayê dewam dike û heta niha nêzî 120 çete û gumanbaran hatine girtin.

Back to top button