Hêzên Ewlekariyê şaneya ku teqînên li Qamişlo pêk anîn girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihadin ku wan şaneya veşartî ya ku teqînên li Qamişlo pêk anîne girtin.

Bi daxuyaniyekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihadin ku wan şaneya veşartî ya ku teqînên li Qamişlo duh pêk anîne girtin.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê de wiha hate gotin:

Piştî lêpirsîn û vegerandina kamîreyên çavdêriyê hêzên me şaneya ku teqînên li Qamişlo duh pêk anîbûn girtin.

Di nava şaneyê de çeteyê bi navê Ehmed Casim Mistefa yê ku teqîn pêk anîn û hin çeteyên din hene.

Piştî lêpirsîna bi şaneyê re…şaneyê li xwe mukir hat ku wan fermana pêkanîna teqînê ji kesekî ku li Tirkiyê dimîne girtin.

Her wiha şaneyê li xwe mukir hat ku wan lêçûna teqînê jî ji heman kesî wergirt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûrî di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku armanca van teqînan derxistina tevliheviyê li herêmê û ev yek bi hevahingiya van çeteyan bi dewleta Tirk a dagirker re pêk tê.

Hêzên Ewlekariyê soz dan ku ji bo parastina ewlehiya herêmê ew ê bi erka xwe rabin û berevaniyê ber xaka xwe de bikin.

Duh li bajarê Qamişlo bi wesaîtên bombebarkirî du teqînên hemwext pêk hat.

Di encama teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 42 kes jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button