Mazlûm Ebdî: Êrîşên dewlet Tirk rê li ber zindîbûna Daiş’ê vekir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku bi êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmê û paşguhkirina dewletên Ewropî ji mijara girtiyên DAIŞ’î re, DAIŞ careke din zindî dibe.

Mazlûm Ebdî di hevdîtineke taybet ji televizyona Sky News a Emrîkî re axivî.

Ebdî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û paşguhkrina mijara DAIŞ’ê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vekir.

Fermandarê QSD’ê got:

Veger DAIŞ’ê pir xeternak e.

Dibe ku ev mijar ji aliyê welatan ve hatibe paşguhkirin.

Lê ya rast ew e ku êrîşên dewleta Tirk hişt ku DAIŞ dîsan li ser lingên xwe bisekine.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûrî de bêhtirî 5000 çeteyên DAIŞ’ê girtî ne û pêwîstî bi çavdêriyeke asê heye.

Her wiha bi guhertinên ku li herêmê rû didin, siberoja van çeteyên nayê zanîn.

ÇETEYÊN KU SALA 2013 Û 2014’AN ÊRÎŞÎ HERÊMÊ KIRIN NIHA LI REX TIRKIYÊ ŞER DIKIN

Ebdî destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El Nusra û yên El Qaîdyê salên 2013 û 2014an êrîşî herêmê dikirin, îro heman çete li kêleka dewleta Tirk dîsan êrîşî herêmê dikin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî dazanîn ku welatên ku ji bo DAIŞ’iyên girtî soz dane wan, sozên xwe pêk ne anîne û wiha got:

Gelek aliyên rojavayî weke Emerîka û Fransayê soza çareserkriina doza çeteyên DAIŞî yên girtî dane me.

Lê heta niha sozên xwe pêk neanîne.

Leave a Reply

Back to top button