Emerîka sûcên şer yên Tirkiye li Bakurê Sûrî bi dronan belge kiriye

Rojnameyeke bi nav û deng Emerîkî îdia kir ku di çarçoveya sûcên şer ên dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî de, dronên Emerîkî dîmenên çeteyên dewleta Tirk dema ku sivîlan dikin hedef belge kirine.

Rojnameya The Wall Street Journal a ku navenda wê li New Yorkê ye bi raporekê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, sivîlan dike hedef.

Rojnameyê îdia kir ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk ku dikevine çarçoveya sûcên şer de, bi riya dronan hatine belgekirin.

Her wiha gelek berpisên Emerîkî jî şahidên vê yekê ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev dîmenên ku hatine kişandin wekî rapor ji fermandariya Emerîkayê re hatine şandin.

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal ev belge û rapor sibe wê di hevdîtina Erdogan û serokê Emerîkayê Donald Trump de bên goftûgokirin.

Leave a Reply

Back to top button