Li Şêxmeqsûdê av derbasî binesaziyan dibe

Li Şêxmeqsûd av derbasî binesaziya gelek avahiyan dibin..
Şaredariya Gel jî ji bo ambargoya bêçare maye..
Metirsî hene ku felaket hilweşîna avahiyan li Şêxmeqûsdê dûbare bibe.

Beriya çend rojan Nivîsgeha Teknîkî a Şêxmeqûsd ê diyar kiribû ku li taxê 35 avahî di bin gefa hilweşînê de ne.

Ji ber derfetên kêm, şaredarî nikare pirsgirêkên derbasbûna avê ya li avahiyên niştecihan çareser bike.

Ev yek jiyana bi hezaran xetên taxê dixe metirsiyê.

Endamê rêveberiya Şaredariya Gel Selah Sîno diyar kir ku ji ber dorpêçê nikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin û got:

Berê her du tax hatine topbarankirin.

Di encamê de zirarên mezin gihaştin binesaziya wê.

Em hewl didin rewşa taxê pêş bixin, jiyaneke ewle ji niştecihên wê re peyda bikin..

Sîno destnîşan kir ku pêwîstiya her du taxan bi sererastkirina torên kanalîzasyonê heye ..

Back to top button