Rûspiyên Ereb: Emê heya dawî pişgiriya QSD’ê bikin

Rûspî û serokeşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo tekezî bi bilindkirina asta tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Heyal El Xiwêr dibêje :

“Rûspî û serokeşîrên Ereb bi hevgirtina xwe û piştgiriya fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Ocalan hemû fîtneyên li herêmê têk birine.”

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Fîdan Sîdo ji aliyê xwe ve got:

“Armanca sereke ya ji destpêka şerê cîhanî yê sêyemîn, parçekirina Rojhilata Navîne .

Avakirina pergaleke demokratîk çareseriya herî guncaw a tevahiya dewletên cîhanê ye .

Her wiha, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis got:

“Kirîzên siyasî û şer û êrişên terorîst bandoreke nerênî li herêmê kir.

Lê bi saya hevgirtina gelê me û fedakariya wî em van pirsgirêkan derbas dikin.”

Back to top button