Kongra Star sûcên li dijî jinan tên kirin şermezar kir

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê sûcên ku li dijî jinan tên kirin şermezar kir.

Beriya çend rojan, jina bi navê Selwa Silêman Elî ya ji navçeya Dirbêsiyê piştî nakokiya bi hevjînê xwe re, agir berda bedena xwe.

Malbata wê ew rakir nexweşxaneyeke Hesekê, lê tevî hemû hewldanan, Selwa jiyana xwe ji dest da.

Der barê buyerê de Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê bi amadebûna jinên navçeyê daxuyaniyek da.

Kongreya Star diyar kir ku Selwa ji ber tundiya ku li dijî wê hatiye kirin û ji bo ku xwe ji lêdanê û têkiliyên nebaş xilas bike, xwe şewitand.

Kongreya Star bang li tevahiya aliyên têkildar kir ku berpirsên bûyerên xwekuştina jinan ceza bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî tundiyê wê têkoşîn bê mezinkirn.

Back to top button