Li Nîjera darbe pêkhatî rewşa dawî

Ji bo rewşa Nîjer ya darbe lê pêk hatî, metirsiya heyî wê kengê bidawî bibe nayê zanîn.
Lê ya diyar, welatên ECOWAS’ê hesabên xwe yên berfireh li ser Nîjerê dikin.
Serokên fermandariyê yên welatên endamên ECOWAS’ê li Gana civiyan.
Di rojeva civîna fermandaran de egeriya destwerdanek leşkerî hebû.

Welatên endamên Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji ber rewşa li Nîjerê carke din ragihandin ku ew ji bo destwerdana leşkerî amade ne.

Welatan ev gav weke hewildana duyemîn ya piştî têkçûna têkliyên dîplomasî destnîşan kirin.

Serokên fermandariya ECOWAS cara duyem civiyan

Serfermandarên welatên ECOWAS, bi rojeva Nîjerê ya ku komeke leşkeran dest danî ser desthilatdariyê, cara duyemîn li paytexta Gana Akrayê civiyan.

Rayedarekî payebilind agahiyê parve kir ku di civîna ku 2 roje pêk tê de, fermandaran hûrgiliyên destwerdamel gemgaz a hêzên rezervê gotûbêj dikin.

Serfermandarên welatên ECOWAS di 2’ê Tebaxê de li paytexta Nîjerya Abuja kom bûn.

Li Nîjerê 26’ê Tîrmehê li welat darbeyek leşkerî pêk hat û Serokomar Mihmamed Bazûm hate girtin.

Piştî vê yekê ji NY, ECOWAS û hêzên rojavayî banga serbestberdana Bazûm û vegera wi ya ser deshilatê kirin.

Ecowas: Em ji destwerdana leşkerî re amade ne

Komîserê Karûbarên Siyasî, Aşitî û Ewlekariyê yê ECOWAS Ebdulfetaû Mûsah di axaftina xwe ya di vekirina civînê de got;

Bloke ji bo vegerandina nîzama destûrî ya li Nîjerê wê hemû derfetên di destê xwe de bikar bîne.

Mûsa diyar kir ku ti kes nikare guman bike ku wê hêzên wêrek ên Rojavayê Afrîkayê amade ne ku bersivê bidin bangê.

Her wiha Mûsa bi wezîrên parastinê yên welatên endam re jî hevdîtin kir û got,

“Destûra bingehîn wê bi hemû derfetên xwe ve li welat ji nûve bê sazkirin.”

Yên ku li dijî ECOWAS û ji bo leşkerên derbekar li paytexta Nîjerê, Niamey protesto kirin, li dijî ramana destwerdanek ji derve ji bo vegerandina serokê hilbijartî û hukumeta sivîl in.

Leşkerên Fransî ligel hêzên Amerîkî, Almanî û Îtalî li Nîjer dimînin.

Welatên navborî jî sedema mayîna xwe bi çeteyên tundraw yên li herêmê ve girê dide.

Mûsa her wiha diyar kir ku ji bilî Malî, Burkîna Faso, Gîne û welatê biçûk Cape Verde, hemû endamên ECOWAS amade ne ku tevlî hêzên rezervê bibin.

Nîjer: Di êrişa li nêzî Malî de 17 leşker mirin

Back to top button