Nîjer: Di êrişa li nêzî Malî de 17 leşker mirin

Wezareta Parastinê ya Nîjer ragihand ku di êrişa li nêzî sînorê Bûrkîna Faso de 17 leşker hatin kuştin.
Serokê Rûsya û Malî ji bo rewşa li welat careke din îşaret bi danûstandinên siyasî kirin.

Li Nîjera cûnta leşkerî li welat deshilatdarî bidest xistî rewşek nezelal heye.

Li sînorê Nîjer ê nêzî Bûrkîna Fasoyê li dijî leşkerên Nîjerê êrişek pêk hat.

Wezareta Parastinê di daxuyaniyekê de got,

“Komekî êrişî, Hêzên Çekdar ên Nîjerê (FAN) ku di navbera Bonî û Torodî de diçûn kir.”

Li gorî tespîtên ewil, hat diyarkirin ku 17 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 6 jê giran 20 birîndar bûne.

Leşkerên birîndar li nexweşxaneya paytext Niameyê tê dermankirin.

Lê tevî vê, Malî û Bûrîkan Faso ya bi darbekaran tê rêvebirin piştevaniya xwe ya bo Nîjerê dubare kirin.

Welatên navborî, Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîka (ECOWAS) hişyar kir ku destwerdanek li Nîjerê wê weke ragihandina şerê li hemberî xwe bibînin.

Rûsya û Malî di mijara Nîjerê de hemfikrin

Li gorî nûçeya AFP’ê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin doh bi rêya telefonê bi Serokê Serdema Veguherîna Malî Asîmî Goîta re axivî.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, di hevdîtinê de teqezî li ser giringiya çareserkirina peywendiyên di navbera Rûsya û Malî de hate kirin.

Her wiha îşaret bi rewşa li Nîjerê hate kirin û hate gotin,

Ev rewş tenê bi rêya siyasî û dîplomatîk ên aştiyane dikare çareser bibe.

Tirs li ser bandora krîza li ser nifûsa li Nîjerê zêde dibe.

Tevî çavkaniyên xwezayî û nemze uranyum, Nîjer yek ji xizantirîn welatên cîhanê ye.

Koalîsyona Sahelê ku alîkariya navneteweyî ya ji bo herêma Sahelê koordîne dike, banga vegerandina pergala destûrî ya li Nîjerdê kir.

Berlîn zexta li ser Bazûm şermezar kir

Wezîra Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî ya Almanya Svenja Schulze jî girtina Serokomarê Nîjer Bazûm şermezar kir.

2017’an bi pêşengiya Berlîn, Parîs û Yekîtiya Ewropayê (YE) koalîsyonek hatibû damezirandin.

Schulze di serdana xwe ya Rojavayê Afrîkayê de teqez kir ku derbeyê pirsgirêka pêşxistina aboriya li welatên Sahelê kûrtir dike.

Serokomarê Nîjerê Bazûm wê bisûcê îxanetê bê darizandin

Back to top button