ECOWAS: Bikaranîna hêzê li ser danûstandinan maye

Li Nîjerê piştî darbeya leşkerî rewşek aloz heye.
Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji bo danûstandinan ketiye tevgerê.
Lê egeriya destwerdanek leşkerî hîna li ser masê ye.
Hemwextî vê, Nîjeryayê piştî darbeya leşkerî elektirîka Nîjerê qut kir.

Li asoyên Nîjerê rojên bi aloz xuya dikin.

Li welat li dijî darbekaran beşek ji welatên Afrîka bihêrsin.

Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji bo hevdîtina bi cûntaya leşkerî ya Nîjerê re doh şandeyek şandibû wî welatî.

Hemwextî vê di çapemeniyê de nûçeyek ku wezîrên parastinê yên komê li Nîjeryayê civiyan da ku pabendbûna xwe bi vebijarka leşkerî re dubare bikin.

Komîserê Karûbarên Siyasî, Aştî û Ewlekariyê ya ECOWAS Ebdulfetah Mûsa, ji rojnamevanan re li Abuja axivî.

Mûsa got:

“Vebijêrka leşkerî bijareya dawî ya li ser masê ye.

Lê divê em ji vê re jî amade bin.

Divê em nîşan bidin ku em ne tenê dikarin biaxivin, lê di heman demê de dikarin tevger jî bikin.”

ECOWAS beriya niha ceza li ser Nîjerê sepandibû.

Komê 30’ê Tîrmehê jî gef li lîderên derbeyê xwaribû ku eger di nav hefteyekê de Serok Mihemed Bazûm neyên ser desthilatê, dê hêzê bikar bînin.

“Ti sedemê derketina welatiyên Fransa ji Nîjerê nîne”

Hemwextî vê darbekar li dijî derketina welatiyên Fransa ji Nîjerê ne.

Ew îdia dikin ku ji bo derketina van welatiyan ti sedemek tine ye.

Li Nîjerê nêzî 600 welatiyên Fransa hene.

Hikumeta Parîsê doh dest bi veguhestina welatiyên xwe kiribû.

Artêşa Nîjerya piştî darbela leşkerî elektirîka Nîjerê qût kir

Nîjeryayê piştî derbeya leşkerî elektrîka cîranê xwe yê bakur Nîjerê qut kir.

Li gorî çapemeniya herêmî Nîjeryayê li dijî desthilatdariya leşkerî ya li Nîjerê tedbîrên nû girtin.

Di vê çarçoveyê de Nîjeryayê dayîna elektrîkê ji cîranê xwe yê bakur Nîjer re rawestand.

Nîjer berê ji sedî 70 elektrîka xwe ji Nîjeryayê distand.

Li Nîjerê Serokomar Mihemed Bazûm di 26’ê Tîrmehê de ji aliyê endamên Alaya Parastina Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di danê êvarî de leşkeran ragihand ku wan deshilatî xistiye destê xwe.

Fermandarê Alaya Parastina Serokomariyê General Ebdurehman (Omer) Tchiani (Tiçanî), 28’ê Tîrmehê serokatiya cûntaya Konseya Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) kir û bû serokê hikumeta demkî.

Back to top button