HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

HPG’ê ragihand li Herêma rojavayê Zapê dagirkerek hate kuştin.
Her wiha HPG’ê da zanîn 3’ê Tebaxê çeperên wan yên li Sîdayê careka din bi bombeya taktîk nuleer hate bombekirin.

Tevî hemû teknîka şer ya bi piştvaniya Nato HPG’ê derbên giran li arteşa Tirk dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

“Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

2’ê Tebaxê Hêzên Gerîla bi çalakiyên cuda 4 caran li dagirkêrên li girê Cûdî dan.

Di çalakiyan de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin û derb li 3 çeperan hate xistin.

Li herêma Xakurkê jî hema rojî gerîlayan li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Arteşa Tirk li Sîdayê carek din bi bombeyên qedexe êriş kir

Derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê got:

3’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê çeperên wan bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.

Her wiha qadên herêma Garê jî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

HPG: Li Girê Cûdî 12 dagirkerên Tirk hatin cezakirin

Back to top button