Kobane-Perwerdeya destwerdana lezgîn dest pê kir

Li Kobanê û Helebê dewreyên tenduristiyê ên nexweşiyên Lezgîn ji bo jinan hatine vekirin.
Beşdaran bang li hemû jinan kirin ku ji bo pêşketina xwe tevlî van perwerdeyan bibin.

Perwerde û fêrkirin riya pêşketin û zanebûnê vedike.

B vê armancê, saziya Weqfa Jina Azad dewreyek perwerdê li gundê Eyn Elbet yê li rojhilatê bajarê Kobanê vekir.

Ev dewreya pewerdê ya tenduristî ji bo nexweşiyên lezgîn ji 12’ê Tîrmehê ve hatiye destpêkirin.

23 jin beşdarî perwerdeyê bûne.

Menal Mihemed yek ji jinên ku cihê xwe di perwerdeyê digre axivî û got:

“Derfet ji me re hatiye vekirin, divê hemû jinên ji bo pêşketinê beşdarî perwerdeyê bibin.

Endama saziya Weqfa Jin Leymon Mihemed jî da zanîn ku ew bi armaca pêşxistina pirojeyên jin, van perwerdeyan pêşkêş dikin.

Leymon Mihemed tekez kir ku dê di rojên pêş de, zêdetir amadekarî ji bo pêşxistina xebata jin were kirin.

Şêxmeqsûd-Perwerdeya destwerdana lezgîn hate destpêkrin

Li Helebê jî heman perwerde ji jinan re hatiye destpêkirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê 31’ê Tîrmehê dewreyeke destwerdana lezgîn vekir.

25 jinên ciwan li ser rêbazên dermankirina birîn, şewat, şikestin û nezif xwînjêçûn xwe perwerde dikin.

Ciwanên beşdar diyar kirin ku ew di rewşeke şer de jiyan dikin, perwerdê bi vê rengî gelek girîngin û pêwîste ehr dewam bikin.

Back to top button