HPG’ê: Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet lehengên berxwedana Zapê ne

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne bi daxuyaniyekê eşkere kir.
HPG’ê Mizgîn Ronahî û Rûmet Amed ên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê weke lehengên şerê Zapê bi nav kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du gerîlayên li Zapê Şehîd bûne eşkere kir.

Navendê diyar kir ku herdû gerîlla heta kêliya dawî mîna fedaî li ber dagirkeriya Tirk rabûn û têkildarî nasnameya wan ev agahî parve kirin:

Nasnav: Mizgîn Ronahî
Nav paşnav: Halîme Efendak
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Cîhar-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Rûmet Amed
Nav paşnav: Nejdet Mahmût Salîh
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Şemse-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî kesayet û têkoşîna herdû şehîdan jî ev nirxandin kirin:

“Hevrêya me Mizgîn weke şopdara xeta Apocî li dijî dagirkeriyê bi lehengî û wêrekiyeke mezin şer kir.

Mîna fermandareke Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, destaneke nû li dîroka têkoşîna azadiyê zêde kir.

Hevrê Rûmet ji nava dilê şoreşa Rojavayê Kurdistanê Kobanê, bi hêviya serkeftinê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di kêliya pêşî ya bersivdayîna tevgera dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê, li refên pêş bû.

Bi lehengiya xwe rê li ber dagirkeran girt û nehişt ku bighêjin qada Kurêjahro.

Bi vê seknê, bû yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana Zapê.

Back to top button