Li Geverê êriş û hevkariya PDK’ê bi meşekê hatin şermezarkirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze destkeftiyan Kurdan bi giştî tune bike.
Berdan Ozturk bang li hemû Kurdan taybet ên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK’ê rabin. 

Kurdên Bakurê Kurdistanê jî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û Hevkariya PDK”ê li qadan bûn.

Doh li navçeya Gever a Colemêrgê êrişên dagirkeriyê bi çalakiyeke hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di nav de gelek welatiyên Geverê amade bûn.

Polîsên dagirker bi hinceta destûr nehatiye dayîn xwestin pêşî li çalakiyê bigrin, lê tevî astengiyên polîsan jî gel bi drûşman dest bi meşê kir.

Meş li pêşa avahiya Karsaz ê Zagrosê vegûherî mîtîngê.

li vir destpêkê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz aixîvî û diyarkir ku ew ji bo şer re bêjin na li qadanin.

Saliha Akdenîz diyar kir ku desthilatiya AKP-MHP ji bo xwe ser piyan bigre di şer de israr dike.

Hevseroka DBP’ê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî da û got

“PDK bi vê siyaseta xwe destkeftiyên gelê kurd xistiye xeteriyê.

Em vê helwestê şermezar dikin.

Divê di zûtirin dem de dev ji vê helwestê berdin.

Em li vir bang li xelkê Başûr dikin li dijî vê hevkariyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.

Berdan Ozturk: Divê gelê me li hember xiyaneta PDK’ê dengê xwe bilind bike

Hevserokê KCD”ê berdan Ozturk jî bi van gotinan behsa êrişên dagirkeriyê kir:

Bertan Ozturk balkişand li ser armanca êrişan û got:

Piştî axaftina girseya gel heta avahiya HDP’ê ya navçeyê meşiya û meş bi durişman bi dawî bû.

Back to top button