Li Başûrê Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin

Komîteya Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî li Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji bo derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 100 hezar îmze komkirine û dixwazin bigihînin milyonek îmze. 

Yek ji endamê Komîteya Kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî Mihemed Emîn Pênciwênî ji Rojnews’ê re axivî.

Emîn Pênciwênî diyar kir ku heta niha kampanya gelek baş berdewawm dike û xelk bi germî pêşwazî lê dike.

Mihemed Emîn Pênciwênî destnîşan kir ku ji bo derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 100 hezar îmze komkirine û got :

Em ê piştre pêşkêşî dadgeha navneteweyî ya Lahî ya li Holanda, Dadgeha Strasbûrgê ya li Fransa bikin. “

Back to top button