Şêniyên Duhola: Bila artêşa Iraqê ji Şengalê derkeve

Li Şengalê li dijî êriş û hebûna artêşa Iraqê li hin deveran çalakî pêk tên.
Li Duhola, Borik û Digurê li dijî hebûna artêşa Iraqê ya li nav bajêr çalakî pêk hatin û bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku hêzên xwe vekişîne.
Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê jî tekez kir ew careke din nahêlin hêzên ku wan bi DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin li Şengalê vegerin.

Li dijî êrişa artêşa Iraqê û hebûna wan a di Şengalê de, çalakiyên şermezarkirinê li Şengalê pêk tên.

Şêniyên Komelgeha Duhola doh meşek pêk anîn û kon vedan.

Bi vê yekê xwestin artêşa Iraqê ji komelgeha wan derkeve.

Leşkerên Iraqê xwe li ber çalakiya şêniyan negirt û êrişî çalakvanan kir.

Di êrişê de leşkeran konê hatî vedan rakirin, kursî şikandin û bi darê zorê ew ji ser rêya Duhola dan aliyekî.

Şêniyên Borik li dijî artêşa Iraqê çalakiyek li dar xist

Ne tenê li komelgeha Duhola, li komelgeha Borikê jî çalakiyek pêk hat.

Şêniyan li wir jî rêya Borik ji çûnûhatinê re girtin û li dijî artêşa Iraqê nerazîbûn nîşan dan.

Şêniyan xwest ku artêş ji gund û bajaran derkevin.

Şêniyên Digurê: Em tenê hêza asayîşa Êzdîxanê dixwazin

Tevî herdu deverên navborî, li Digurê jî çalakî hebû.

Li wir jî şêniyan bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî hebûna artêşa Iraqî ya li hin deverên Şengalê dan.

Şêniyan tekez kir baweriya wan bi ti hêzê nayê, tenê ew dixwazin Asayîşa Êzdîxanê û YBŞ-YJŞ wan biparêze.

Hevserokê Meclisa gel ya Sinûnê: Em careke din Şengalê radestî PDK’ê nakin

Hevserokê Meclisa Gel ya Sinûnê Xwedêda Ilyas jî teqez kir çi dibe bila bibe, ew careke din Şengalê radestî PDK’ê nakin.

Back to top button