Siyasetmedar Şemal Wertî: Divê aliyên Kurdî li dijî êrişan bibin yek

Şêniyên navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê û Çalakvanên Soran ji hikûmeta Iraq û ya Başûr xwestin rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî êrişan rabin.
Lêkolînvan û Mafnas Aram Hacî jî diyar kir ku PDK hevkarekî girîng ê êrişên dewleta Tirk e.

Şêniyên Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnên tund nîşanî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk didin.

Tevî wê, hevkariya PDK’ê jî ya di van êrişan de bi tundî şermezar dikin.

Siyasetmedar Şemal Wertî li dijî van êrişan tekez dike divê hêz û aliyên Kurdan bibin yek û helwesteke tund nîşan bidin.

Çalakvan Niyaz Balekî: Divê rê li ber dagirkeriyê bê girtin

Çalakvan û Mamosta Niyaz Balekî jî dibêje:

“Divê Başûrê Kurdistanê û Iraq bi hev re bersiva van êrişan bidin.”

Şêniyên Seyidsadiq: PDK hebûna xwe bi Tirkiyê dibîne

Şêniyên navaçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê jî li dijî êrişan çalakiyek li dar xistin .

Dawiya çalakiyê daxwiyaniyek hat dayîn û tê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin.

“Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr û Rojava ye”

Lêkolînvan û Mafnas Aram Hacî jî diyar kir ku PDK hevkarekî girîng ê êrişên dewleta Tirk ên li ser gerîla ye û got:

“Armanca van êrişan jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye.”

“Dewleta Tirk dixwaze Mûsil û Kerkûk dagir bike û nasnameya Kurdan tine bike”

Siyasetmedarê Iraqî Menhel Merşdî jî diyar kir ku lihevkirinên siyasî û veşartî di navbera Enqere, Hewlêr û hin aliyên Iraqî de heye, ji ber wê rê dide êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê.

Merşdî got,

“Dewleta Tirk bi behaneya PKK’ê dixwaze Musil û Kerkûkê dagir bike û nasnameya dîrokî ya Kurdan tune bike.”

Back to top button