Hisên El Sade: Bi saya Rêvbriya Xweser mafê pêkhayan parastî ye

Rûspiyên eşîrên ereb jî nerazîbûnên tund li ser êrişên dewleta Tirk nîşan didin.
Nûnerê eşîra El-Sade, Hisên El-Sade û Nûnerê êla Şerabîn Mihemed Arif El-Hemdûn li dijî êrişan bang li gelên herêmê kirin ku hebûna xwe biparêzin û li dijî êrişên Osmaniya nû bisekinin.
Rojnamevanê Urdunî Redad El-Qelab jî dibêje:
“Li hember komkujiyên dewleta Tirk, divê gelên herêmê bibin yek.”

Eşîrên ereb jî ku bi gelê herêmê re hêza xwe kirin yek û heta niha li ber xwe dan, li dijî êrişên dewleta Tirk bihêrs in.

Ji wan eşîra El Sade ye.

Nûnerê eşîrê Hisên El-Sade diyar kir ku Ereb jî ji aliyê Osmaniyan ve rastî gelek komkujî û qirkirinan hatine.

Li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser herêmê El-Sade dibêje:

“Ji encamên hevgirtina pêkhateyên herêmê hêzeke leşkerî û Rêveberiya Xweser hatin avakirin.

Bi saya wan niha mafên hemû gelan hatiye parastin.”

Mihemed El Hemdûn: Ji bo parastina xakê divê em hevgirtinê xurttir bikin

Nûnerê êla Şerabîn a li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdûn jî heman helwest nîşanî êrişên Tirkiyê da.

El-Hemdûn dibêje:

“Dewleta Tirk a dagirker bavê ruhî yê DAIŞ’ê ye û di dîrokê de xwedî çandeke xwînmij e.

Niha hewl dide fitneyan di navbera Kurd û ereban de derxe, lê berovajî wê Kurd û Ereban bi hev re re teror têk bir û li dijî van hewldan û êrişan sekinîn.

Rojnamevanê Urdinî Redad El-Qelab: Divê gelên herêmê li hember komkujiyên Tirkiyê bibin yek

Rojnamevan û nivîskarê Urdinî Redad El-Qelab jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên dawî komkujiyên berê yên li dijî gelên herêmê pêk anîne, dubare dike.

Redad El-Qelab got:

“Divê Kurd bibin yek û li hember êrişên dagirkirinê bisekinin, banga rawetandina êrişan li cîhanê bikin û dewleta Tirk darizînin.”

Back to top button