16 Eskerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne gund û bajaran topbaran dike. Dewleta Tirk îro bi balafir û topan êrişî bajar û gundên Kobanê kir. Di encama êrişan de zarokek şehîd bû û 4 welatî jî birîndar.. Artêşa Tirk a dagirker gundê Çariqlî yê Kobanê jî bi balafirên şer bombebaran kir û di encamê de 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji duh ve gundên Şehba, Şêrawa, Til-Temir û Zirganê tên topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne û bi ketûber gund û bajaran topbaran dike..

Îro bi balafir û topan êrişî bajar û gundên Kobanê kir.

Di encama êrişa li ser gundê Çarqlî de 16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan

Di seatên piştî nîvro de jî balafireke şer a dagirkeriya Tirk derdora gundê Çariqlê yê li rojavayî Kobanê ku li ber sînor e 3 caran bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji çavkaniyên teybet ku nexwestine navê xwe eşkere bikin, di bombebarana ku devereke hêzên hikumeta Şamê lê diman hat hedefgirtin de, 16 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn..

Dîmenê Minbicê biherkîne hinekî

Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku artêşa Tirk gundên Cat û Masî yên bajarê Minbicê topbaran kir.

Dagirkeran gundê Bênê yê Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin

Dîsa di seatên sibê de derdora gundê Bênê, Soxanekê û Qinêtirê yên navçeya Şêrawa jî hatin topbarankirin.

Di encamê de zarokê bi navê Ehmed Îmad birîndar bû.

5 gundên din ên rojavayê navçeya Til Temirê jî bi çekên giran hatin topbarankirin..

Ew jî gundê Gozeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tewîl ê Asûran û Selmasa ye .

Navenda navçeya Zirgan jî hat topbaran kirin di encamê de zarokê bi navê Yamin Fêsel hemed ê 11 salî birîdar bû.

5 gundê Girê Sipî jî bûn hedefa êrişan .

Dewleta Tirk gundê Minbic, Amûdê û Dirbêsiyê topbaran kir

Duh bi şev jî dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundê Çetelê yê Rojavayê Dirbêsiyê topbaran kir.

Hemwextî wê, gelek gundên din ên Rojava bûn armanca topên dagirkeriyê..

Cirinka li Rojavayê Amûdê û 3 top li derdora Akademiya Hêzên Sotoro li gundê Rotan ê Tirbespiyê ketin..

Back to top button