Ji ber dorpêça li ser Şehbayê ku bûye sedem derman negîhijin wê heremê, hijmara nexweşîya laşmanyayê zêde dibin. Heyva Sor a Kurd a Herêma Efrînê dîyar kir ku di nava salekê de li Şehbayê hezar û 700 kes bi vê nexweşiyê ketin.
Heyva Sor a Kurd tevî derfetên xwe yên kêm, hewl dide derzîyên nexeşîyan peyda bike, da ku rê li ber belavbûna nexweşîyê bigre.
Endama Rêvebir a Heyva Sor a Herêma Efrînê Sakîne Erebo dîyar kir ku di nava salekê de li Şehbayê hijmara nexweşên laşmanyayê gîhişte hezar û 700 kesî.
Sakîne Erebo bal kişand li ser kêmbûna dermanan û got: ”Em di peydakirina dermanên pêwîst ên ji bo nexweşên laşmanyayê gelek zehmetîyan dibînin.
Ji ber ku hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li dijî şênîyên vir ferz kiriye û rê nade ku derman derbasî heremê bibin.”
Sakîne Erebo da zanîn tevî ku 4 sal li ser koçberîyê derbas bûn, ti rêxistinên navnetewî alîkarîyeke bijîşkî nedane wan.