Balafirên Rûsyayê zêdetirî 6 caran derdora gundê Meşman ê li rojavayê Idlibê bombebaran kir.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriye balafirên şer ên Rûsya îro zêdetirî 6 êriş li dijî deverên li derdora gundê Meşman ê Idlibê pêk anîn.
Heta niha agahî li ser kuştî û birîndaran nehatine bidestxistin.
Di vê navberê de hêzên hikumeta Şamê herêmên li eniyên şer ên çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.