Sekreterê giştî yê Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyê Ehmed El Erec bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dest bi diyalogê bike.
Ehmed El Erec hişyarî da ku dewleta Tirk armanc dike herêmê ji Helebê û Reqayê heta Mûsilê ya Iraqê dagir bike û got:
“Dewleta Tirk hewl dide bakurê Sûriyê bi giştî dagir bikin.
Ji ber vê yekê destpêkirina diyalogê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de, dê rê li ber planên mêtinger ên Tirkiyê bigire.”
El Erec diyar kir ku divê hikumeta Şamê helwesta xwe li hember Rêveberiya Xweser biguherîne û got:
El Erec bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dest bi diyalogê bike.