Kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî berdewam dike .
Çeteyên Tirkiyê li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Muslim Mistefa ji gundê Coqê revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî li ser mijarê ev agahî dan:
“Çeteyên ˊFirqet Hemzatˊ çarşema borî welatiyê bi navê Mihemed Muslim Mistefa Qere (34) ê ji gundê Coqê yê Efrîna revand.
Çeteyan Mihemed ber bi cihekî nediyar ve bir.”
Li gorî heman çavkaniyan, serçeteyan ji malbata revandî li hember serbestberdanê 3 hezar dolar xwestin.
Ew welatî berê gelek caran hatiye revandin û her carê jî li hember serbestberdanê 400 heta 500 dolar dide.