Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Zuhêr Mihemed spart axê

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenezayê şehîd Zuhêr Ebdurehman Mihemed li Goristana Şehîdan a li navçeya Fafînê oxir kirin.

Koçberê bi navê Zuhêr Ebdurehman Mihemed ê 36 salî di 24`ê Tebaxê di encama êrişa balafira xwkuj a dewleta Tirk a li dijî navçeya Til Rifetê ku bi giranî birîndar bûbû duh tevî hemû hewildanan şehîd bû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hacer Miho axivî û got:

“Em dizanin ku dewleta Tirk bi van êrişan, Kurdistanê bi giştî dike hedef. Armanca wê ya yekane qirkirina gelên wê ye.”

Her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemd Ebdo jî axivî û got berxwedan rêya yekane ya sekna li hember dijminane.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button