Operasyona Ezim El Sulb pesna “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” da ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Hol pêk tê.
Operasyona Ezim El Sulb li ser hesabê xwe yê Facebookê gelek wêneyên “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” parve kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest pê kiriye.
Hêzên Ezim El Sulb pesna hewldanên hêzê da û got:
“Ev hewldanên ku şirîkên me yên QSD`ê pêk tînin, beşek ji erkê herî mezin e da ku rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê bê girtin û ewlehî û aştî pêk werin.”