Li Minbicê derbarê pêvajoya siyasî li Sûriyê panelek hat lidarxistin

Li bajarê Minbicê derbarê pêvajoya siyasî li Sûriyê û xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî panelek hat lidarxistin.

Panel ji aliyê Rêxistina Berçav a Pêşxistina Demokratîk hat lidarxistin.

Di panelê de, endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, hiqûqnas û rewşenbîrên bajarê Minbicê amade bûn.

Beşdarên panelê prosesa çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê nîqaş kir.

Her wiha endama Komîteya Destûrî ya Sûrî Semîra Mibyet ji Fransayê bi riya enternetê beşdarî panelê bû.

Di dawiya panelê de, beşdaran têbînî û pêşniyanrên xwe derbarê kar û xebatên Komîteya Destûrî de pêşkêş kirin.

Ji nava pêşniyaran, hat xwestin ku pêwîst e hemû beşên civakê bê ti cudahî tevlî avakirina destûra nû ya Sûriyê bibin.

Back to top button