TAJÊ û Meclisa Şengalê: Pêwîst e hikumeta Başûrê Kurdistanê xwedî helwest be

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrişên dagirkeriyê a dewleta Tirk yên li ser Garê şermezar kirin û bang li hikûmeta Başûre Kurdistanê kirin ku helwesta xwe li hemberî erîşan zelal bike. Saziyên Kurd yên li Rûsyayê jî bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Garê dan û şermezar kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî TAJÊ û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li gundê Digurê ya Şengalê, bi daxuyaniyeke girseyî êrîşên li hemberî Garê şermezar kir.

Li ser navê saziyan, hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico daxuyanî da.

Riham Hico got ku êrîşên li ser Gare ji êrîşên li Efrîn, Serê Kanî, Girê Spî, êrîş û gefên li ser Şengalê tên kirin jê ne qût e.

Riham da zanîn ku pêwîste hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwesta xwe li beramberî van erîşan zelal bike.

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico bang kir ku divê gel li hember van êrîşan hişyar bin û li her derê li ser piyan bin û xwedî helwest û wêrek bin.

“Armanca êrişa li ser Garê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye”

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê Endamên Şaredariya Gel a ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi daxuyaniyekî êrîşên li ser garê şermezar kirin.

Endamên şaredar diyar kirin armanca êrişên dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye.

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê êrîşên ser Garê şermezar kirin

Yekîtıya Saziyên Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Çandî-Netewî ya Federal a Kurdên Rûsya, Organîzasyona Jinên Kurd ên Navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tira li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medayayê şermezar kirin.

Bang li DYE, YE û NY’yê jî hat kirin ku hew çavê xwe li êrîşên dewelta Tirk a li ser Kurdisanê û gelê Kurd bigirin û li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bibin xwedî helwest.

Back to top button