Kampa Holê..Hêzên Asayîşa rê li ber reva 56 ji malabaên DAIŞ’ê girt

Doh 56 ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ji kampa Holê birevin.
Lê belê ev hewldana wan ji aliyê hêzên Asayîşê ve hat têkbirin.
Asayîşê der barê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ev kesên hewl dan wan kesan birevînin jî hatin girtin.

Dixwestin dema deriyê vê kamyonê vebe xwe li herêmeke dagirkirî an jî bajarekî Tirkiyê bibînin.

Lê weke her carê miradê wan bi serî nebû û dîsa xwe li Kampa Holê dîtin..

Ev komek ji malbatên DAIŞ’ê ne.

Vê komê hewl da ji kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê dihewîne bireve.

Kamyona ku tê de bûn ji kampê derket, lê kêfa wan negihişt serî..

Asayîşê da dû kamyonê û mîna gelek caran hemû DAIŞ’iyên di wir de girtin.

Asayîşê ragihand ku di vê kamyonê de 56 endamên malbatên DAIŞ’î hebûn.

Ji wan 39 zarok bûn û 17 jî jin bûn.

Hemû jî hatin girtin.

Ne tenê ew, kesên ku hewl didan wan ji kampê derxînin jî hatin zeftkirin..

Lê Asayîşê hîna nasnanmeya wan eşkere nekiriye..

Ev ne cara yekê hewldaneke bi vî rengî çêdibe.

Ji derstpêka salê ve nêzî 30 carî endamên malbatên DAIŞ’ê hewl dane ji kampê birevin.

Lê ji ber hişyarbûna Hêzên Ewlehiyê, tim hewlên wan pûç dibin..

Kampa Holê yek ji kampên xeter ên li cîhanê ne.

Zêdetirî 56 hezar kes, ji wan bêtirî 8 hezaran jin û zarokên DAIŞ’ê lê dimînin.

Ji ber vê jî li kampê gelek bûyerên kuştinê rû didin.

Di nava 7 mehan de zêdetirî 25 kes kuştî di kampê de hatine dîtin.

Piraniya wan jî penaberên Iraqî ne.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatan kiriye ku hemwelatiyên xwe yên li kampê werbigirin û vê dosyayê çareser bike..

Nexasim ku DAIŞ di hewldana zindîkirina xwe de ye.

Hêzên Ewlekariyê hewldana reva malbatên DAIŞ’î ji kampa Holê têk bir

Back to top button