Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldaneke revandina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê têk bir.
Hêzên Ewlekariya Hundirin bi daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî parve kir û têde ragihand ku wan da pey kamyonekê piştî ku ji Kampa Holê derket.
Li gor daxuyaniyê di kamyonê de 56 ferdên malbatên DAIŞ’î ku jê 39 zarok û 17 jin hebûn ku hewl dan ji kampê birevin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan malbatên DAIŞ’î yên di kamyonê de û kesên ku hewl didan wan ji kampê derxînin, girtin.