Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla şermezar kirin.
Aliyan diyar kirin ku wê ji bo têkbirina komploya PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe mezin bikin.
Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, bi daxuyaniyên cuda êrişên PDK’ê yên li dijî gerîlayên azadiyê şermezar kirin.
Aliyan gotin:
“Em xiyaneta malbat Barzanî ya li dijî gerîlayên azadiyê şermezar dikin û dibêjîn bila dev ji şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd û Tevgera Rizgariyê berde.
We Başûrê kurdistanê kiriye cihê xiyanetê û bin fermana dewletên dagirkerên de, kar dikin.”
Her wiha diyar kirin ku ji bo têkbirina komployên li dijî destkeftiyên gelê Kurd û komployên PDK’ê, dê têkoşîn bê mezinkirin.