Di roja 114’an de encama şerê li Xezayê giran dibe

Di roja 114’an de encama şerê li Xezayê giran dibe.
Hat ragihandin di nava 24 seetên dawiyê de ji ber êrişên Îsraîlê 165 kesên din hatin kuştin.
Ji destpêka şer heta niha jimara miriyan ên li Xezayê derket 26 hezar 422 kesan û zêdeyî 65 hezar kes jî birîndar bûne.

Şerê Îsraîl û Hemasê êdî roja 114’an jî li pey xwe dihêle.

Hat ragihandin di êrişên hêzên Îsraîlê ên li dijî Xezayê de ku tevahiya şevê dewam kirin, bi dehan kes hatin kuştin.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê di bombebarana balafirên şer yên Îsraîlê yên li dijî taxa El Zeytûn de 8 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin di bombebarana Îsraîlê ya li Xan Yûnis û başûrê Xezayê de jî bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Di 24 seetên dawiyê de li Xezayê 165 kes hatin kuştin

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bîlançoya êrişên li ser Xezayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di êrişên Îsraîlê yên 24 seetên dawiyê de 165 Filistînî hatin kuştin û 290 kes jî birîndar bûn.

Di şer de hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 26 hezar 422 kesî

Li gorî daxuyaniyê di roja 114’an a şerê Xezayê de hejmara Filistîniyên ku hatine kuştin derket 26 hezar 422’an û ya birîndaran jî derket 65 hezar 87 kesan.

Gelek welatan fonên ji bo rêxistina alîkariyê ya Filistînê rawestandin

Li aliyên din Îsraîlê îdia kir ku tiliya hinek Endamên Saziya Alîkariya Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbuyî (UNRWA) di êrişa Hemasê ya 7’ê Cotmehê a li dijî wan de heye.

Li ser vê îdiaya Îsraîlê niqaş zêde dibin û gelek welatan alîkariya xwe bi dawî kirin.

Amerîka, Îngilistan, Îtalya û hin welatên din ragihandin ku wan alîkariya xwe ya ji bo rêxistinê rawestandine.

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini, diyar kir ji ber dewamkirina şerê Hemas û Îsraîlê û xeteriya birçîbûnê li hemberî bîryareke wiha ya welatên Rojavayî ew matmayî mane.

Netanyahû: Qatar lîderên Hemasê dihewîne û piştgiriya darayî dike

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di civîneke çapemeniyê ya li Tel Avîvê de, Qatar bi piştgiriya Hemasê tawanbar kir.

Li gorî nûçeya Jerusalem Post Netanyahû dibêje ew li pişt gotinên xwe yên derbarê Qatarê de ye ku gotibû:

“Qatar Lîderên Hemasê dihewîne û piştgiriya darayî dide wan. Bandora Qatarê li ser Hemasê heye. Qatarê xwe weke navbeynkar derxiste pêş. Ji lewra divê vê yekê bi derman gihandina dîl girtiyan û serbest berdana wan îspat bike.”

Hemas: Êrişên Îsraîlê dewam bikin wê dîl girtî hemû bimirin

Baskê leşkerî yê Hemasê jî hişyarî da, eger ku êrişên Îsraîlê dewam bikin dibe dîl girtî hemû bimirin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de tê diyar kirin eger Netanyahû şer bidomîne, divê hemû malbat bizanin wê dîl girtî ji ber êrişên balafirên sîyonîst bimirin.

Hemasê jî eşkere kir eger Îsraîl girtiyên Filistînî berde ew ê jî dîl girtiyên Îsraîlî yên li Xezayê berdin.

Di êrişên Îsraîlê li Xezayê de 183 kes hatin kuştin

Back to top button