Fransa li dijî Kurdan di nava hewildanên qirêj deye

Dijberiya Fransayê ya li dijî siyasetmedar û penaberên Kurd bûye cihê fikaran.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê diyar kir ku aktîvîstê Kurd Mehmet Kopal duh ji aliyê Fransayê ve hate dersînorkirin û ev kiryar bi tundî şermezar kir.
Her wiha gahî heye ku aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn jî were dersînorkirin.
Lewma Konseya Kurd a Fransayê Ji bo parastin û ewlehiya mafên aktîvîstên Kurd ên li Fransayê, banga piştevaniya navneteweyî û çalakiyên lezgîn kir.

Kirinên nerast yên Fransayê yên li dijî siyasetmedar û penaberên Kurd bûye cihê fikaran.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) diyar kir ku aktîvîstê Kurd Mehmet Kopal duh ji aliyê Fransayê ve hate dersînorkirin û ev kiryar bi tundî şermezar kir.

CDK-F: Fransa bi Tirkiyê re ketiye nava hevkariyê

Beriya du hefteyan jî aktîvîstê Kurd Fîraz Korkmaz hatibû dersînorkirin û girtin.

Têkildarî vê yekê CDK-F’ê got: “Ev dersînor encameke hevkariya di navbera rayedarên Fransî û Tirk de ye, ev yek nayê qebûlkirin û ne li gorî pîvanên mirovî ne.”

CDK-F: Em banga piştevaniya navneteweyî û çalakiyên lezgîn dikin

CDK-F’ê diyar kir ku gahî heye ku aktîvîstê Kurd Serhat Gultekîn jî were dersînorkirin û wiha got:

Ev yek ji bo me cihê fikarane. Nabe ku em li hember vê bêedaletiyê bêdeng bimînin.

Em ji rayedarên Fransî daxwaz dikin ku demildest dawî li van kiryarên li dijî mafên mirovan bînin.

Ji bo parastin û ewlehiya mafên aktîvîstên Kurd ên li Fransayê, em banga piştevaniya navneteweyî û çalakiyên lezgîn dikin.”

Fransa koçberên Kurd dersînor dike

Her wiha hemwextî vê yekê Fransa koçberên Kurd jî yek bi yek dersînor dike.

Lê yên ku li dijî Kurdan dijmintiyê dikin yan jî hewildana sûîqestê dikin bi ti rengî nayên darizandin.

Berî niha yek ji Endamê MÎT’a Tirk, yê bi navê Zekeriya Çelîkbîlek 2017’an li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ketibû nav hewildana sûîqestê.

Fransa endamên MÎT’a Tirk xwedî dike

Dadgeha li Belçîkayê berî demeke kurt di doza sûîqestê de endamên servîsa îstixbarata Tirk mehkûmî 5 sal cezayê hepsê kiribû.

Lê niha ew kes li bajarê Reimsê bi awayekî serbest dijî û çavkanî destnîşan dikin ew di heman demê de di îstixbarata Fransî de jî dixebite.

Back to top button