Serokwezîrê Îsraîlê Neftalin Bennett li Koşka Spî bi Joe Biden re civiya

Serokwezîrê Îsraîlê Neftalin Bennett li Koşka Spî bi Serokê DYA Joe Biden re civiya.
Biden di civînê de, îşaret bi hevdîtinên derbarê çekên nukleerî de kir û got,
Bi Îranê re, despêkê dîplomasî û ger ev nebû jî ew ji vebijêrkên din re amade ne.
Hevdîtina Biden û Bennett di bin siya teqîna li paytexta Efxanistan Kabulê de ma.

Serokwezîrê Îsraîlê Neftalin Bennett li Koşka Spî bi Serokê DYA Joe Biden re civiya.

Bennett û Biden, beriya civîna xwe ya li Ofîsa Oval, derketin pêşberî çapemeniyê û peyamên “dostaniyê” dan.

Biden keyfxweşiya xwe ya ji ber pêşwazîkirina Bennett li Koşka Spî nîşan da û dubare piştevaniya DYA ya ji bo Îsraîlê anî ziman.

Em ê îro li ser gefên Îran û hevdîtinên ji bo wê jî nîqaş bikin. Di destpêkê de ez dixwazim wê bêjim ku ger bi rêya dîplomasî ev yek çareser nebû, em amade ne rêbazên din hilbijêrin. Xurtkirina têkliyên navbera Îsraîl û welatên Ereb jî xwedî girîngiyek mezin e.

Piştî van axaftinên despêkê, hevdîtina yekem ya Serokwezîrê Îsraîl Bennett ya bi Biden re pêk hat.

Aliyan piştî hevdîtina ku nêzî 50 deqeyî, daxuyaniyên kurt dan çapemeniyê û bersiv dan çend pirsên rojnamevanan.

Biden ji Bennett re got,

Me rêyên dîplomatîk hilbijartine da ku pêşî li belavbûna Îranê bigire, lê ger ev bi ser nekeve, DYA amade ye ku rêyên din binirxîne. Em ê bibînin ka ev yek wê me heta kur bibe. Ger ev yek pêk neyê, em amade ne li rêbazên din jî vegerin.

Bennett: Bi taybet rojên herî zehmet we em parastin

Bennett jî ji ber piştevaniya DYA spasiyên xwe pêşkêş kir û got:

Bi taybet di demên herî zor de we em parastin.

Ev yek di dema êrişa meha Gulanê ku li Xezzayê pêk hatî de jî me dît.

Bennett: Îran çavkaniya yekem a terorîzm û nearamiyê ye

Bennett, Îran bi pêşxistina terorê tewambarkiri û diyar kir ku ji bo dawî anîna vê yekê wan stratejiyek amade kiriye.

Îran çavkaniya yekem a terorîzm, nearamî û binpêkirina mafên mirovan e.

Civîna navbera Biden û Bennett wê 26’ê Tebaxê pêk hatiban.

Lê ji ber teqîna li paytexta Efxanistan Kabul û mirina leşkerên Amerîka civîn hatibû paşxistin.

Bennett yê ku Sêşemê serdana welat kirî tevî Biden, bi Wezîrê Parastinê Lloyd Austin û gelek rêveberên din re civiya.

Çapemeniya Îsraîl: Hevdîtina Biden-Bennett di bin siya teqîna li Kabulê de ma

Hevdîtina alian jî bi qasî dihate xwestin nebû rojev.

Ev yek ji ji aliyê çapemeniya Îsraîlê ve hate piştrastkirin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku hevdîtina navbera Biden û Bennett di bin siya teqîna li Kabulê de ma.

Back to top button