Mamoste Mistefa Kihêl: Tirkiyê dixwaze gerîla qir bike

 

Mamosteyê Kîmyayê yê Zanîngeha Rojava Mistefa Kihêl dibêje dewleta Tirk dixwaze gerîla qir bike ji ber kîmyewî bi kar tîne û got: “Çekên kîmyewî xwedî bandoreke neyînî û giran e.”

Tirkiyê di êrişên xwe yên li dijî gerîlayan de çekên Kîmyewî bi kar tîne.

Di 6 mehan de 323 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê bi kar anîn.

Têkildarî mijarê, mamosteyê Kîmyayê yê Zanîngeha Rojava li Qamişlo Mistefa Kihêl ji ANHA’yê re axivî.

Mistefa Kihêl diyar kir armanca Tirkiyê ji bikaranîna van çekan pêkanîna komkujî û qirkirinê ye.

Mistefa da zanîn ku bandora çekên kîmyewî bi salan dewam dike û mînakên wê jî Vîetnam û Helebce ne.

Kihêl dibêje Kîmeywî bandorek neyînî li mirov û xwezayê dike, ji ber wê jî hatî qedexekirin.

Mistefa Kihêl da xuyakirin ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê hedefgirtina gelan e.

Back to top button