NPG: Berxwedana Zapê berxwedana siberoja gelê Kurd e

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand ku şerê niha li Zapê tê meşandin ji her alî ve şerekî siberoja gelên herêmê diyar bike, lewma çavên her kesî li vî şerî ye. NPG’ê got, gerîla erkê xwe bi cih tîne, divê gel jî xwedî li erkên xwe yên welatparêziyê derkeve.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya meha Şehîdan peyamek weşand û şerê li Zapê, girîngiya vî şerî ji bo paşeroja Kurdistanê û herêmê nirxandin kir.

NPG”ê şehîdên meha gulanê bi bîranî û da zanîn ku kurdistan bi keda şehîdan gelê me hebûna xwe û navê Kurdistanê mîsoger kir.

NPG”ê diyar kir ku ev 2 meha li Zap û Avaşînê şereke ne rêzê rû dide.

NPG’ê wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Divê bê zanîn ew şer, şerê hebûn û tunebûnê ye.

Di vê çerçovê de berxwedanê tê meşandin, ji bo Serokatiya me, Tevgera me û ji bo siberoja gelê me ye”

NPG: Dijmin bi alîkariya PDK, DAIŞ û El- Nûsra dixwaze encam bigre

NPG”ê dazanîn ku li pêşiya dijmin saleke maye, ango di qonaxa herî dawiyê de ne.

Ji bo wê PDK, DAIŞ, El- Nûsra hemû hêza xwe ya hindir û derve xistiye tevgerê da ku li Zapê encam bigre.

NPG’ê got:

Ne tenê Heremên Parastina Medya tevahî Başûrê Kurdîstan, Mexmûr, Şengal û Rojava jî hedefa vê planê de ye.

Diyar e ew dixwazin bi lez li Zapê encam bigrin û piştî wê jî tevgera xwe bi lez berdewam bikin û heya dawî biçin.

NPG: Berxwedana Zapê wê siberoja gelê me û gelên herêmê diyar bike

NPG’ê berxwedana Zapê weke berxwedana netewî û demokratîk pênasekir û got:

“Dewleta tirk bi fikra Turanîzmê çawa Ermenî, Asûrî, Sûryan komkujiyan re derbas kir îro dixwaze kurdan jî qirbike.

Ji bo wê ev berxwedan wê siberoja gelê kurd û yên herêmê diyar bike”

NPG: Lzime gel li her derê li dijî êrişan bi erka xwe rabe

NPG’ê di dawî de balkişand li ser pêngava Seferberiyê û ji bo xwedî derketina vê pêvajoyê ev bang kir:

Di çerçova Şerê Gel ê Şoreşgerî de divê gerîla her çar beşên kurdistanê, gel jî li her devrên Kurdisatanê bi erka xwe rabe.

Bi gîştî sala 2022’an ne saleke ji rêzê ye.

Saleke stratejîk e.

Ji xwe tevgera me Di vê salê de seferberî îlan kiriye.

Ev seferberî tenê ne ji bo gel e.

Di serî de jinên azadîxwaz û ciwanên Kurdîstanê, tevahî gelê me di va dema seferberiyê de bi erka xwe xwedî derkevin

Ne tenê gelê kurd di çerçoveya perspektifa neteweya demokratîk de, divê gelên Ereb, Asûrî-Sûryan ,Tirk, Fars, Ermen bi erka xwe rabin.”

Back to top button