Israfîl Mistefa: Plana Tirkiyê a guhertina demografîk xeteriyek mezin e

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Israfîl Mistefa û Rûspiyê eşîra El-Ceabat a Reqayê Yûsif El-Esed plana Erdogan a guhertina demografiya herêmê şermezar kirin û bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriya Osmaniya nû ya ku vîna gelên herêmê dik hedef, hevgirtî bimîn in.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Israfîl Mistefa derbarê plana Tirkiyê ya Guhertina Demografîk nirxandin kir.

Îsrafîl Mistefa behsa destwerdanên dewleta Tirk di aloziya Sûrî de kir û got : ”Tirkiyê xelkê herêmê yên resen koçber kirin.

Rê li ber DAIŞ’ê vekir da ku derbarî Sûrî bibe, hemû çete bi çekkirin. Bi vê, aloziya li Sûrî kurtir kir da ku planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.”

Îsrafîl Mistefa behsa plana wî a bicihkirina miloynek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî jî kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir:

”Di temenê aloziya Sûriyê de, Tirkiyê beşek ji xelkê Sûriyê weke yên ji Himis, Idlib û herêmên din xapand û ji planên xwe re kirin qurban.

Niha jî îdia dike ku ew ê wan li herêmên dagirkirî bi cih bike, ev destpêka pêkanîna Mîsaqî Millî ye, dixwaze gelên herêmên parçe bike.”

Îsrafîl plan bi xeteriyek mezin bi nav kir û bang li rêxistinên mirovî yên avahiyên mêtîngeriyê ava dikin kir ku dest ji van kiryarên ne mirov berdin.

Yûsif El-Esed bêdengiya komkara Erebî rexne kir

Rûspiyê eşîra El-Ceabat a Reqayê Yûsif El-Esed jî derbarê mijarê de axivî û plan bi projeyek nû a mêtîngerî û dagirkeriyê pênase kir.

Yûsif El-Esed bêdengiya Komkara Erebî li hember vê planê rexne kir û dewletên Ereban ji xeteriya siyaseta Tirkiyê hişyar kir:

”Eger îro ev yek li Serêkaniyê, Efrîn û Idlibê pêk tê, sibe dê li Rojhilata Navîn bi giştî be, divê ev dewlet ji xefleta xwe şiyar bin.”

Dawiyê Yûsif bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriya Osmaniya nû ya ku vîna gelê herêmê dik hedef, hevgirtî bimîn in.

Back to top button