HPG’ê: Li Zap û Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê bê navber dewam dikin. Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna bi ser kozîk û çeperên dagirkeran de girtin û derbên giran lê dan. HPG’ê ragihand di çalakiyan de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 2 çeper jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla ku li ser şopa Fermandar Egîd dimeşin, bi ruhê 15’ê Tebaxê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 11’ê Tebaxê li Qada Çemço bi awayekî koordîneyî û bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama vê çalakiya tîmên bi tevger de 5 dagirker hatin kuştin. Her wiha droneke ku li ser qadê digeriya hate xistin û hate desteser kirin.

Li Qada Şikefta Birîndaran jî tîmên bi tevger yên YJA Starê bi çekên giran li hêzên dagirker xistin, çeperek û tevî çeka tê de hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 11’ê Tebaxê tîmên bi tevger yên gerîla li dijî Qereqola Kanî Masî çalakîyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse jî hatin rûxandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi çekên kîmyewî, 19 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi tank û obusan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button