Ji ber sûcê qirkirina Êzdiyan, dadgeha Frankfurtê sibe biryara xwe eşkere dike

Li Almanyayê çeteyeke DAIŞ’ê yê Iraqê ji ber sûcê qirkirina Êzdiyan tê dadgehkirin.
Yekemîn biryara qirkirina Êzdiyan wê sibe ji aliyê Dadgeha Frankfurtê ve were eşkerekirin.

Welatiyê Iraqî yê binavê Taha El C. li Almanyayê ji ber sûcê qirkirinê yê li dijî gelê Êzdî, tê tawanbarkirin.

Doza wî kesî li dadgeha federal a bajarê Frankfurtê dewam dike..

Bi vî awayî cara pêşî ye ku li Almanyayê doza qirkirina Êzdiyan tê birêvebirin.

Li gorî encama lêkolînên dozgerên Alman,

Çeteyê DAIŞ’î yê ji Iraqê sala 2015’an keçeke Êzdî û diyar wê kiribûn kole û paşê zarokeke 5 salî bi êşkenceyê kuştibû.

Dadgeha Frankfurt wê sibe têkildarî dozê biryara xwe eşkere bike.

Eger çeteyê binavê Taha weke berpirsiyar bê qebûlkirin û ceza lê were birîn, ev yek wê were wateya erêkirina qirkirina Êzdiyan jî.

Û li ser asta Almanyayê wê bibe biryara pêşî.

Beriya niha jî jina ku welatiya Alman e ji ber êşnce û kuştina zarokeke Êzdî hatibû cezakirin.

Back to top button